AGRI
Li Zozana Sînegê ya ku bilindahiya wî 2 hezar û 500 rakim e, gur ketin nav pez. Di encamê de 111 mîh û 13 bizin telef bûn.
Li nêzikî Goma Mecîtê, gur ketin nav pezê Nûrettîn Mert. Ji ber berf û mijê ziyan nehat hisapkirin, lê sibehê hat tespîtkirin ku guran 111 mih û 13 bizin telef kirine. 18 mêşinên ji guran reviyan jî li ber zêviyên herêmê hatin dîtin.
Xwediyê pez Nûrettîn Mert ragihand ku ji bajaroka Halefeliyê ya girêdayê Igdirê ji bo çêrandina pez hatine Zozana Sînekê û got: "Duh êvarê hewa bi mij û dûman bû. Me pez anî kir hewşê. Nîvê şevê gur ketin nav pez û pez ji hev belav bû. Dema me sibehê jimart, me dît ku kêm bûye. Nêzikî 50 hezar lîre zirara me heye."