ADANA
Dema ku qala pembû tê kirin, ewil palêyên wê tên bîra mirov. Paletî karekî zehmet e lê kesên ku vî karî dikin ji ber bikaranîna makîneyan di nav qisawetê de ne. Lewra bi pêşveçûna teknolojiyê di zeviyan de ji bo berhevkirina pembû êdî makîne tên bikaranîn. Ji ber makîneyan paletî jî hêdî hêdî radibe.
Serokê Odeya Ziraetê ya Seyhanê Suleyman Gîrmen diyar kir ku li Çûkûrovayê berhevkirina pempû ji sedî 90 bi makîneyan tê kirin.
Karê ku 10-15 pale di nav 30-40 rojan de dikin, makîneyek di navbera 3-4 rojan de dike.