Li Agiriyê şêniyên du gundên neyar hatin lihevanîn
Ağrı
Li Tutaka navçeya Agiriyê Qaymeqam Ahmet Coşkun û Şaredar Fevzî Sayan şêniyên du gundên ku neyarên hev bûn li hev anîn.
Qaymeqam Coşkun, Şaredar Sayan û rîspî ji bo ji holê rakirina neyartiya ku demek berê di navbera gundiyên gundên Ozanpinar û Uzunozê da dest pê kir ji holê rakirin teşebûs kirin.
Bi qanîkirina gundiyên li herdu gundan dijîn li Mala Sersaxiyê ya Hecî Tewfîq Yildirim bernameya aştiyê hat lidarxistin.
Bername bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û Qaymeqam Coşkun di bernameyê da axivî û ji ber ku di meheke wekî remezanî girîng da û berî eydê aştî çêbû spasiya her kesî kir.
Coşkun got hêvî dikim ku her kes di nav aştî û aramiyê da bijî û got ku "Aştiya hat pêkanîn di serî da gundiyên me geşedanek e wisa ye ku me hemûyan kêfxweş kir û yekîtî û bihevrabûna me xurt kir. Em spasiya hemû rîspî, giregir û hemşehriyên xwe yên ku vê pêvajoya lihevhatinê da ked dan û sebir nîşan dan dikin. Bila biratiya me daîm, yekîtî û bihevrabûna me xurt be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
