Li Agiriyê rêyên dibistan û saziyên kamuyê yên ku berfê girtine tên vekirin
Ağrı
Li Agiriyê rê, baxçe û derdorên dibistan û saziyên kamuyê yên ku berfê girtine, tên vekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, Rêbeja û Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê bi kordînasyona Walîtiyê ji bo ku rê, baxçe û derdora 90 dibistan, wargeh û saziyên kamuyê yên ku berfê nixûmandine vekin, xebat dan destpêkirin.
Ji bo ku perwerde û xizmetên kamuyê bênavber dewam bikin, xebata ku bi 12 kamyon, 6 kamyonên li pêşiya wan kêr hene, 4 kemçe û 3 greyderan va tên kirin, dewam dike.
