Li Agiriyê germahiya hewayê di binê sifirê da 22 pile hat pîvandin
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 22 pileyên binê sifirê va li Agiriyê hat pîvandin.
Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 22 pileyên binê sifirê va li Agiriyê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê sifir, li Îdirê 1, li Giriyê di binê sifirê da 22, li Qersê di binê sifirê da 7, li Erziromê di binê sifirê da 6, li Erdexanê di binê sifirê da 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê di binê sifirê da 9, li Erzincanê di binê sifirê da 7, li Erzirom, Agirî û Qersê di binê sifirê da 2 pile be.
Dîsa tê texmînkirin ku li Erdexanê jî hewa sifir pile be.
Qalindahiya berfê li Palandokenê 122, li Sariqamîşê 80 û li Qonaxliyê 43 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan û ajokaran ku bira ji bo cemed, mij û aşîtê baldar bin û bê tevdîr nemînin.