Tirkiye

Li Agiriyê germahiya hewayê daket 17 pileyên binê sifirê

Haydar Şahin  | 26.02.2021 - Rojanekırın : 27.02.2021
Li Agiriyê germahiya hewayê daket 17 pileyên binê sifirê Abdullah Söylemez - AA

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 17 pileyên binê sifirê va li Agiriyê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrasî be.

Dibe ku berdestê sibê mij bikeve, cemed çêbe û pûk rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 17, li Erdexanê di binê sifirê da 13, li Erziromê di binê sifirê da 12, li Qersê di binê sifirê da 11, li Tuncelî û Erzincanê di binê sifirê da 4 û li Îdirê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdir û Tunceliyê 12, li Erzincanê 11, li Qersê 4, li Erziromê 3, li Agirî û Erdexanê pileyek be.

Qalindahiya berfê li Palandokenê 114, li Sariqamîşê 78, li Qonaxliyê 43 santêm hat pîvandin.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo bager, cemed, mij û pûkê bakdar bin û ji ber aşîtê jî ji berpalan dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.