Tirkiye

Li Agiriyê bedewiya biharê ya menderesên li platoyan

Abdullah Söylemez  | 28.05.2022 - Rojanekırın : 29.05.2022
Li Agiriyê bedewiya biharê ya menderesên li platoyan

Ağrı

Li Taşliçaya navçeya Agiriyê Zozanê Sînegê yê têrçêre û menderesên li platoyên volkanîk bi dîmena çiyayê bi belekî û deştên hêşîn va sipehî bûn.

Zozanê Sînegê yê ku raqima wê 2400 e, bi av û çêreya xwe ya zêde va her sal malbatên koçer dihewîne ku debara xwe bi heywandariyê dikin.

Menderesên li zozan ên ku par bi tesîra hişkesaliyê ava wan kêm bû, îsal bi ava belekiyan û baranê va asta ava wan zêde bû.

Menderesên ku ji çiyayên bilind di geliyan da çiv didin xwe û diherikin, li ber belekiyên çiyayan dîmenên rengîn wergirtin.

Heywanên li zozanên raqimbilind diçêrin û her wiha menderes ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın