Tirkiye

Li Agiriyê pezê ku şîş dibe û diçe ser dirûngeyê

- Li Agiriyê li çil û çiyayên di bin berfê da pez li ser berfê şîş dibe û diçe ser dirûngeyê ku bê alifkirin

Abdullah Söylemez  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Li Agiriyê pezê ku şîş dibe û diçe ser dirûngeyê Abdullah Söylemez

Ağrı

ABDULLAH SOYLEMEZ - Li Agiriyê li mezrayên raqimbilind, heywandar pezê xwe di nav çiyayên bi berf da şiv dikin û dibin ser dirûngeyê.

Li herêma ku zivistana wê dijwar e, digel ku dawiya meha adarê hatiye, hê jî çiya û banî di bin berfê da ne. Li herêmê bi derengîketina biharê, kar û barên heywandaran girantir dike.

Welatiyên ku heywandariyê dikin, sibê zû pezê xwe li ser berfê şiv dikin û dibin li ser berfê alif dikin.

Rêwîtiya şivbûna pez a li ser berfê bi dronê hat kişandin.

Felît Akbaşê heywandar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ev zivistan, ji zivistanên herî dijwar ên van salên dawîn bû.

Akbaş bal kişand ku stûriya berfê zêde ye û wiha dewam kir, "Em çandinî û heywandariyê dikin. Dawiya meha adarê hatiye, lêbelê hê jî berf neheliyaye. Sala 1981-1982yan ev qas zêde berf hebû. Îsal pir bi zehmet derbas bû. Em heywanên xwe sibê û esrê alif dikin. Li jor ji ber ku berf hinekî heliyaye, em pez dibin û li wir alif dikin."

Akbaş destnîşan kir ku tevî zor û zehmetiya wê, ew ê di pîşeya xwe ya heywandariyê da berdewam bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın