Tirkiye

Li Agiriyê kamyoneta di bagerê da mehsûr ma hat xilaskirin

Abdullah Söylemez  | 08.03.2026 - Rojanekırın : 09.03.2026
Li Agiriyê kamyoneta di bagerê da mehsûr ma hat xilaskirin Ağrı Valiliği

Ağrı

 Li Diyadîna navçeya Agiriyê kamyoneta 2 jê zarok 4 kes tê da bûn û ji rê derket û di berfê da asê ma, hat xilaskirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên AFAD, cendirme, ewlekarî û Rêbejayê yên di rêbejaya Taşliçay-Diyadînê da dewriye diavêt, dît ku li tanga Derwazeya Îpekê kamyonetek ji rê derketiye û ketiye nav berfê.

Ekîban midaxeleyî bûyerê kir, kamyoneta di berfê da asêbûyî xilas kir ku ji Îdirê dihat û tê da 2 jê zarok 4 kes hebûn.

Wesayîta ku bi midaxeleya ekîban ji nav berfê hat derxistin, rêya xwe dewam kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın