AGRI
Berfê Agirî wek bûkekê xemiland.
Ber destê sibê berfê dest bi barînê kir û ji ber vê yekê ajokar di tengasiyê da man. Ekîbên şaredariyê ji bo ajokar di rê da nemînin berfa rêyên bajêr paqij kirin. Esnafan jî ber deriyên dikanên xwe paqij kir.
Herî zêde zarok bi barîna berfê va şah bûn. Zarok derketin kuçeyan û bi berfê va lîstên.
Li Elajgira navçeya Agiriyê qalindahiya berfê xwe gihandê 10 santêman. Welatiyan ser û ber xanî û dikanên xwe paqij kirin.
Ji welatiyan Gokhan Dîşçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bereket û xemla welêt demsala zivistanê ye.
Ziya Etîk jî wiha got: "Ji zû va nedibarî, vê şevê berfê dest bi barînê kir. Berf bereket e, ji ber vê yekê barîna wê tiştekî rind e."