ŞANLIÛRFA
Li Sirûca navçeya Rihayê bi alîkarî û piştgiriya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ve ji bo xelkê Kobanêyê kamp hat avakirin. Li wê kampa ku niha nêzî 5 hezar kobanêyî dimînin ji bo perwedekirina zarokan jî amadehî dihatin kirin.
Ew amadehî niha bi dawî bûn û di demeke kurt de nêzî 800 zarokên kobanêyî dê li kampê bên perwedekirin.
Ji xelkê Kobanêyê yên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê hin kes di kampên ku ji bo wan hatin amadekirin de dijîn û piraniya kesên di kampan de dijîn jî jin û zarok in.
Malbatên ku ji ber bêçaretiyê cih û warê xwe terikandine û bûne penaber him li halê xwe digrîn û him jî ji ber ku perwerdehiya zarokên wan nîvcû maye xemgîn in.
Berpirsyarê kampê Mehmet Kayhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew mêvanên xwe yên ji Kobanêyê hatine di 500 konî de diezimînin û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan jî dixebitin.
Kayhan destnîşan kir ku di demeke kurt de zarokên ku di kampê de dimînin dê bi kurdî perwerdehiya xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Piştî ku me cihên nû ava kirin hejmara kesên ku di kapmê de dimînin gihîşt 5 hezar kesî û ji kampên herî mezin yek jî ev e. Di nav hefteyekê de dibistana ku me ava kiriye dê vebibe û dest bi perwerdehiyê bike. Me hin mase û kursî jî temîn kirin û di konên ku dê wek dibistan bên bikaranîn de bi cih kirin. Di nav hefteyekê de em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Niha bi qasî 800î xwendekarên me hene."
Zarokên ku li kampê dijîn jî diyar kirin ku bi destpêkirina dibistanê rojên wan dê xweş derbas bibin.