ANKARA
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo "Partiya Azadiya Kurdistanê" ya ku ji bo damezirandinê serlêdana wê hatibû kirin, "belgeya serlêdana wan gihişte me" da.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Wezareta Navxweyî hat sitandin di 17ê sermaweza 2014an de ji bo damezirandina "Partiya Azadiya Kurdistanê" serî li Wezareta Karên Navxweyî dan. Piştî serîlêdanê mutalaa kirin ku bername û tuzuka partiyê li dijî Qanûna Partiyên siyasî û Destûra Bingehîn e û ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di mijara "Gelo divê mûameleyeke çawa bê kirin" de fikr hat xwestin.
Serdozgerî di nivîsa xwe ya bersivê de ya bi dîroka 8ê kanûna paşîn 2014an de bal kişand li ser gotinên fiqreya 1emîn a madeya 8emîn a Qanûna Partiyê Siyasê ya wekî "Partiyên siyasî ji aliyê 30 welatiyên tirk ên ku xwediyê merîta avakirina partiyan e, ve tên damezirandin" ya fiqraya 3yemîn de ya wekî "Partiyên siyasî piştî ku daxuyanî û belgeyên li jêrê dan Wezareta Karên Navxweyî dibin kesayetiya tuzel" û di fiqreya wê ya dawî de ya wekî "Wezareta Karên Navxweyî, mînakekî tesdîqkirî yê danezana damezirandinê û belgeya gihişte me û taximekî pêvakên danezanê di nav 3 rojan de dişîne Serdozgeriya Komarê û Dadgeha Destûra Bingehîn."
Di nivîsa bersivê de hat diyarkirin ku divê wezaret li gor van fiqreyan tevbigere û hat xwestin ku wezaret "belgeya gihişte me" bide û ewraqên damezirandina partiya tê xwestin ku bê damezirandin ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re bişîne.
Hat nirxandin ku rayeya Wezareta Karên Navxweyî tune ku serîlêdanên partiyên siyasî yên tê xwestin ku bên damezirandin qebûl neke, wezaret berpirsyare ku li gor Qanûna Partiyên Siyasî der barê ku serîlêdan gihişte wan "belgeya gihişte me" bide û ewraqên partiya eleqedar ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re bişîne.
Musrafa Ozçelîkê ji bo damezirandina partiyê serî li Wezareta karên Navxweyî dabû û tê payîn ku bibe serokê giştî yê partiyê gotibû ku "Li gor qanûnê di rewşa normal de piştî ku belge hatin teslîmkirin divê belgeya "gihişte me" bihata dayîn. Lê wê belgeyê nedan me."