Li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêyên hezar û 514 tax û gundan girtî ne
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf, pûk, şert û mercên hewayê li Erzirom, Agirî, Erzingan, Tuncelî, Erdexan û Qersê rêya hezar û 514 tax û gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Erzincan
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf, pûk, şert û mercên hewayê li Erzirom, Agirî, Erzingan, Tuncelî, Erdexan û Qersê rêya hezar û 514 tax û gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Ji ber berfa ku ev demeke bi tesîre û car caran jî lê dike li Erziromê rêya 549 taxan hat girtin û ekîbên rêvekirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bo vekirina rêyan hewl didin lê hin caran ji ber pûkê zehmetî dikişînin.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber berfa tesîra xwe zêde nîşan da rêya 324 gundan girtî ye û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bişev û roj ji bo vekirina rê dixebitin û Şaxa 123yemîn a Rêbejan jî ji bo vekirina rêyên di bin berpirsyariya wî da ne hewl dide.
- Erzincan
Li gor daxuyaniya ji hêla Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn li navenda bajêr rêya 30 û li navçeyan jî li Refahiyeyê 70, Îliçê 58, Kemaliyeyê 35, Otlukbeliyê 9, Çayirliyê 40, Tercanê 60, Kemahê 57 û Uzumluyê jî 13 bi tevahî rêya 372 gundan ji çûn û hatinê ra hatin girtin.
Ji bo vekirina rêyan jî 12 ekîp tevlî 12 greyder, 4 dozer, 15 kepçe û 6 kamyonên bikêr dizebitin.
- Qers
Li bajarê Qersê jî berf bi tesîre û li navçeyên wê Dîgorê 4, Qaxizmanê 7, Sariqamişê 2, Selîmê 3 û bi tevahî rêya 16 gundan ji ber berfê girtî ne û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan li ser karin û dixebitin.
- Tûncelî
Di nav bajarên berfê tesîra xwe lê nîşan da yek jî Tunceliye û niha rêya 224 gundên wê girtîne û ekîbên ku ji bo vekirina rê hewl didin ji ber berf, mij û pûkê zehmetî dikişînin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber berfê di çûn û hatinan da zehmetî çêdibe û niha li navçeya Posofê rêya 29 gundan ji ber berfê girtî ne.
Rayedar ji welatî û şofêran dixwazin ku bila ew ji ber berf, sir, seqem û qeşayê baldar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.