Li 5 hezar malbatên Kopê komir hat belakirin

Muş
Li Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Qaymeqamtiya Bulanikê (Kop) ya Mûşê, li 5 hezar malbatên feqîr komir hat belakirin.
Li navçeyê malbatên mihtac hatin tesbîtkirin û ekîban komir da wan.
Qaymeqam Omer Ovunç Koşansu diyar kir, li qadê ji mînakên herî berbiçav ên dewleta civakî piştgiriyên bi vî rengî ne.
Koşansu daxuyand ku destê şewqetê yê dewletê timî di destê welatiyan da ye û wiha dewam kir, "Bi taybetî di mehên zivistanê da em ê nehêlin ku tu xanî di sermayê da bimînin. Ji bo ku her welatiyê navçeya me zivistaneke germ û aram derbas bike, me derfetên xwe kirin seferber. Ev piştgirî ne tenê alîkariyeke komirê ye, nîşaneya wefa û feraseta berpirsiyariyê ye ku dewleta me nîşanî miletê xwe dixe."
Koşansu daxuyand ku belakirina komirê dewam dike, heta ku komir li hemû malbatên feqîr û xwedan îhtiyaç neyên belakirin, wê dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.