Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê tavî û teyrok tê payîn.
Erzurum
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî ye û wê paşê bibe ewrayî.
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê danê nîvro tavî û teyrok wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Qersê 8, li Erdexanê 9, li Erziromê 10, li Agiriyê 12, li Erzincanê 15 û li Îdirê 17 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Erzincanê 34, li Agirî û Erziromê 29, li Qersê 26 û li Erdexanê 24 pile tê payîn.