Tirkiye

Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare

Li Qers, Erdexan, Erzirom, Agirî û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewayê ewravî be û baranê bibare

Haydar Şahin  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare

Erzurum

Hat ragihandin ku li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewayê ewravî be û baranê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be ji ber destê sibê pê va li dorberê Qers û Erdexanê, piştî nîvro jî li Erzirom, Agirî û Îdirê baranê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe û carcaran jî gurr bibe.

Bi şev germahiya hewayê li Qersê 7, li Agirî, Erdexan û Erziromê 9, li Îdirê 13, li Erzincanê 14 û li Tunceliyê 15 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da germahiya hewayê ew ê li Tûnceliyê 29, li Erzincanê 27, li Îdirê 24, li Agiriyê 22, li Erziromê 20, li Erdexanê 18 û li Qersê jî 17 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.