Li 5 bajaran operasyona dijî rêxistina sûc a Sedat Peker seroktiyê dike

Istanbul
Navend Stenbol li 5 bajaran operasyon birin ser rêxistina sûc a hat tesbîtkirin Sedat Peker seroktiya wê dike. Di operasyonê da ji 63 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 49 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ji bo derdestkirina şikbarên li bajêr tevlî sûcan bûne xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo derdestkirina 63 şikbarên Sedat Peker jî tev li Stenbol, Enqere, Hatay, Trabzon û Kocaeliyê operasyona hemdem birin ser 121 navnîşanî.
Di operasyonê da 49 şikbar hatin binçavkirin, li navnîşanan gelek sîlah, fîşeng û êlegên pola hatin dîtin.
Hat ragihandin ku li gor delîlên hatin bidestxistin li Sakarya û Konyayê jî operasyon birin ser hin navnîşanan.
Wekî mayîn hat gotin ku Sedat Peker li dervayê welêt e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.