Tirkiye

Li 4 bajarên rojhilatê welêt berfê rêya 1301 cî û warî girt

Mesut Varol, İbrahim Yaldız, Sayim Harmancı, Şener Toktaş  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 16.01.2022
Li 4 bajarên rojhilatê welêt berfê rêya 1301 cî û warî girt

Van

 Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 1301 cî û warî hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya weşand da ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 930 gund û gom ên li bajêr hatine girtin.

Daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên rêvekirinê li ser karê xwe ne berfa kuçe û kolanan paqij dikin, rêya vedikin û xwê dikin. Welatî jî berfa li pêşiya mal û dikanên xwe paqij dikin.

Rêya di navbera Wan-Baxçeserayê da jî ji ber talûkeya aşîtê hat girtin û kesên dixwazin biçin navçeyê ji alî Hîzana navçeya Bidlîsê ra diçin.

- Hekarî

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Parêzgehê hat hildan ji ber şert û mercên hewayê li seranserê bajêr rêya 64 gundan girtî ye û bo vekirinê xebat dewam dikin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr ji ber barîna berfê rêya 198 gundan girtî ye.

Kurtkan got ku ew ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur destnîşan kir ku li bajêr berf tesîra xwe didomîne û ew jî ji bo vekirina rêya 109 gundan hewl didin.

Ekîbên şaredariyê li navenda bajêr a di nav berfê da maye kuçe û kolanan paqij dikin.

 Li rojhilatê rêya 735 gundên 6 bajaran hat girtin

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir, Erdexan û Tunceliyê ji berf û bagerê rêya 735 gund û wargehan hat girtin.

Ji ber berfa demek e bi navber dibare bayê li herêmên bilind radibe rêya 44 gundên Erziromê, 85 gundên Erzincanê, 81 gundên Qersê, 15 gundên Erdexanê, 38 gundên Îdirê û 71 gundên Tunceliyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Li van bajaran xêncî van rêyan gelek rê jî hatin vekirin.

Li Wanê ji bo vekirina rêya 930 wargehan xebat dewam dikin

 Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyên 930 gundan ên ji ber berfê hatine girtin xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniya şaredariyê da hat destnîşankirin ku li bajarê lê berf dibare bi 650 personel û 250 wesayîtan va ji bo vekirina 6 hezar kîlomêtro rêyê dixebitin.

Ekîbên şaredariyê ji bo di çûyîn û hatinê da pirsgirêk çênebe ji şevê pê va rêyên sereke paqij kirin û xoy li rêyan reşandin. Ekîb ji aliyekî va jî berfa di ser hev da ketiye bi kamyonan dikişînin.

Ekîbên bi du wardiyayan dixebitin peyarêyan jî bi loaderê va paqij dikin.

Ekîbên beriya barîna berfê tevdîrên xwe hildabûn ji bo welatî mexdûr nebin dixebitin. Ekîb ji bo vekirina rêya 509 tax û 421 goman xebatên xwe didomînin.

Li Sêrt, Bîngol û Şirnexê rêya 59 wargehan hat girtin

Li Sêrt, Bîngol û Şirnexê rêya 59 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Li Sêrtê ji ber berfa li herêmên bilind dibare rêya 20 gundên Şîrvanê, 28 gundên Perwariyê hat girtin.

Ekîbên Şeftiya Şaxa Sêrtê ya 94an a Rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Bîngol

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr ya Bîngolê hatin sitandin, rêya 3 gundên navendê, 2 gundên Adaxliyê, gudekî Gencê, gundekî Qarlîovayê, gundekî Solxanê û gundekî Yayladereyê niha girtî ye.

Ekîb ji bo vekirina van rêyan dixebitin.

- Şirnex

Li Beytşebaba navçeya Şirnexê jî ji ber berfê rêya gundên Yêşîloz û Gokçeyê hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya van gundan dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.