Li 4 bajarên Rojhilatê hişyariya berf û bahozê
Van
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berf û bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, baran û şilope wê bibare.
Li rojavayê Bidlîs û Mûşê ber bi êvarê baranê gur bike.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê di navbera 6 û 10 pileyan da zêde be, ji hêla başûr dem demî bayekî nerm û nîveqewî bê.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Hekariyê 17, li Wanê 15, li Mûş û Bidlîsê jî 14 pile tê texmînkirin.
Tê texmînkirin ku ji nîvro pê va tevahiya herêmê bahozeke xurt ya ku hêza wê di navbera 70-100 kîlomêtroyî da çêbibe.
Ji bo bûyerên wek hilweşîna banê avahiyan, jehrîbûna xaza sobeyê, welgerîna dar û dîregan hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.