Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêya 238 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 238 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin
Van
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 238 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê da hat gotin li navendê û navçeyan rêya 96 gund û taxan ji ber berfê hatin girtin.
Li Wanê di salên dawîn da zivistana herî zehmet tê jiyîn.
Tîm ji bo rê bên vekirin dixebitin, berfê li kamyonan bar dikin û dibin dervayî bajêr davêjin.
- Hekarî
Li Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 29 gund û 84 mezrayan hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr duh ji 262 rêyan rêya 149 cihan vekirin, ji bo rêyên din jî bên vekirin dixebitin.
Li bajêr qalindahiya berfê hin cihan digîhîje 4 mêtroyan.
Tîmên şaredairyê li kuçe û kolanan berfê paqij dikin, lê zarok bi xizangan va li ser berfê xwe dişiqîtinin û kêfa berfê derdixin.
Li gundê Çigliyê ya li ser navçeya Çukurcayê ji ber ku şepe ket rêya Hekarî û Şirnexê hat girtin, lê tîman rê vekir.
- Bidlîs/Mûş
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê Bidlîsê Umît Kurthan daxuyand li Bidlîsê rêya 15 taxan ji ber berfê hatiye girtin.
Kurthan daxuyand ji bo bên vekirin xebat dewam dikin.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajar ê MûşêNîhat Rênçber got rêya 14 gundan hatiye girtin, ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.