Li 2 bajarên Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn
Li Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn
Erzurum
Li 2 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê kêmewrayî be. Li Qers û Erdexanê ji danê nîvro pê va heta êvarê wê bi navber barana gur bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê 2 û 4 pile ji demsalê zêdetir be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 6, li Erdexanê 7, li Erzirom û Agiriyê 9, li Erzincanê 18, li Îdirê 15 û li Tunceliyê 14 pile hat pîvan.
Tê payîn ku germa hewayê ya herî zêde nava rojê jî li Îdir û Tunceliyê 33, li Erzincanê 32, li Agiriyê 29, li Erziromê 28, li Qers û Erdexanê 25 pile be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.