Tirkiye

Li Îzmîrê, mudaxaleya şewata daristanê ji esman û bejayê va dewam dike

Tezcan Ekizler  | 30.06.2025 - Rojanekırın : 30.06.2025
Li Îzmîrê, mudaxaleya şewata daristanê ji esman û bejayê va dewam dike

Izmir

Li Seferîhîsar û Menderesa navçeya Îzmîrê ji esman û bejayê va mudaxaleya şewata daristanê dewam dike.

Li Taxa Kuyucak a Menderesê û li Taxa Doganbey a Menderesê duh li daristanê şewat derket. Li herêmê ji bo vemirandina agir ji duh êvarê va xebatên ji bejayê va dewam dikin.

Ji bo vemirandina agir bi ronîbûna dinyayê ra ji esman va jî mudaxale hat kirin.

Li herêmê bi 4 balafir, 14 helîkopter û ekîbên bejayê va xebatên vemirandinê dewam dikin.

Ji ber bayê gur bi helîkopteran nikaribûn mudaxaleyê şewata ku duh li Taxa Kuyucakê çêbûbû bikin. Herwiha gelek cih hatibûn tehliyekirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın