10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
IGDIR
Li Îdirê di operasyona ser PKKya rêxistina terorê ya li quntara Çiyayê Agiriyê de gelek cebilxane û melzemeyên cur bi cur hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên girêdayî Fermandariya Jendirmeyê ya Îdirê ji bo ku beriya fealiyetên PKKya rêxistina teror bên girtin operasyon birin ser çolwara gundê Yazlikê ya girêdayî Karakoyunluya navçeya Îdirê.
Di çarçoveya operasyonê de li herêmê lêgerîn hat kirin û di lêgerînê de 4 şarjorên Dragunova çekên nîşangiran, lazermetroyek, dûrbîna şev û roj, du heb cebilxaneyên dije tank û 500 guleyên çekên cur bi cur hatin bidestxistin. Di lêgerînan de her wiha album û lênûskên nîşeyê yên mensûbên rêxistinê jî hatin dîtin.