Tirkiye

Li Îdirê 1380yemîn Bîranîna Eşûreyê

Li Îdirê ji ber şehîdkirina Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin

İbrahim Atmaca  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 10.09.2019
Li Îdirê 1380yemîn Bîranîna Eşûreyê

Iğdır

Li Îdirê ji ber 1380emîn salvegera şehîdkirina Hezretî Huseynê neviyê Hezretî Mihemed û 72 hevalên wî ku li Kerbelayê hatin şehîdkirin, merasima eşûreyê dest pê kir.

Li bajêr bi hezaran mensûbên mezheba Ceferiyan, her sal roja 10emîn a meha muharremê, li seba şîngirtina kuştina Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî merasima eşûreyê tê lidarxistin û merasima ku îsal tê lidarxistin jî bi serê sibehê ra dest pê kir.

Li navenda bajêr û navçeyan ciwanan kincên reş li xwe kir û li mizgeftan civiyan û paşê meşiyan Goristana Asrî û Meydana Zubeyde Hanimê ku merasima eşûreyê wê lê were kirin.

Li vê derê merasim wê heta nîvro dewam bike, wê seba şehîdên Kerbelayê dia bikin, sînezen wê werin xwendin û îkram werin belakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın