Tirkiye

LHByê biryar da ku li 3 navçe û 4 beldeyan hilbijartin werin nûkirin

Aylin Dal  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
LHByê biryar da ku li 3 navçe û 4 beldeyan hilbijartin werin nûkirin

Ankara

 Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) piştî Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Herêmî ya 31ê Adarê îtirazan tedqîq dike.

Lijneyê di vê çarçoveyê da heta niha biryar daye ku li 3 navçe û 4 beldeyan hilbijartin werin nûkirin.

LHByê biryara betalkirina hilbijartinên Pinarbaşiya navçeya Kayseriyê, Hîlwana navçeya Şanliurfayê, Guzelyurta navçeya Aksarayê, beldeya Yildizeliyê ya Guneykayaya navçeya Sêwasê, beldeya Buyukkariştiranê ya Luleburgaza navçeya Kirklareliyê, beldeya Akpazarê ya Mazgirta navçeya Tunceliyê û beldeya Saglikê ya li ser navenda Aksarayê da.

Li van deran hilbijartin wê di 2yê Hezîranê da werin nûkirin.

LHB piştî ku li ser hemû îtirazan biryara xwe bide, wê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın