Serokwezîr Erdogan got: "Em û Wezîrê Parastina Neteweyî û Sererkan wek hev difikirin. Leşkerî dê bikeve 12 mehan lê maweya leşkeriya demkurt naguhere. Der heqê leşkeriya bibedêl de jî biryara ku me berê dabû eşkere ye û naguhere. Şert û mercên leşkeriya bibedêl diyar in."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameyeke qanala ATVê bû û der heqê Besteka Demokratîkbûnê de daxuyaniyên girîng dan. Erdogan got: "Li gor anketan ji sedî 60-70ê gel piştgiriyê dide pakêtê.
Serokwezîr Erdogan bi taybetî li ser nîqaşên der heqê zimanê fermî de axivî û got: "Bila tu kes mijarê nekêşe aliyekî din ve, perwerdeya bi kurdî dê di dibistanên taybet de bê dayîn. Zimanê dewleta me yê fermî tirkî ye. Ji aliyê din ve, di dibistanên dewletê de jî dersa bijarte ya kurdî heye. Pêşiya vê jî me vekir. Di vê mijarê de hemî gavên hewce hatin avêtin."
Serokwezîr Erdogan bal kişand ser pergala hilbijartinê jî û wiha dewam kir: "Ji lêkolînên raya giştî encameke çawa derkeve, em ê wisa tevbigerin. Benda hilbijartinê ya ji sedî 10, an ya ji sedî 5, an herêma sînordarkirî an jî bi temamî rakirina bendê. Li gor encaman em ê ji wan yekê hilbijêrin."
Erdogan diyar kir ku di hilbijartinên herêmî de dê namzetên wan yên sergirtî hebin û wiha pê de çû: "Ez niha nikarim bêjim ku ewqas namzet dê hebin lê teqez di hilbijartinên herêmî de dê namzetên me yên sergirtî hebin."
Serokwezîr bersiv da pirsên der heqê rakirina "sonda neteweyî" de jî û got: "Di nava sondxwarinê de gelek tiştên ku gelek kes pê aciz dibûn, hebûn. Divê êdî em xwe ji yekdengî û yekrengiyê xilas bikin. Gelek kes jê aciz bûn û divê hatiba rakirin."
Serokwezîr Erdogan der heqê namzetiya xwe ya serokomariyê de jî wiha got: "Niha biryareke min ya wiha teqez tuneye. Heke biryareke min ya wiha heba, min dê eşkere kiriba. Pergalake me heye û ev pergal li ser îstişareyê dimeşe. Ev îstişare jî di nava partiya min de tê kirin. Partiya min çi biryarê bide û kîjan wezîfeyê bide min, ez ê wê bikim."
Erdogan der heqê rêzika ku "Di AK Partiyê de tu kes nikare piştî 3 heyaman bibe namzet" de ji da zanîn, hindî ku ew serokê partiyê be ev rêzik naguhere û got: "Heke ez tiştekî wiha bikim, ez ê vîna xwe binpê bikim."
Erdogan der heqê pergala serokatiyê de jî fikr û ramanên xwe anîn zimên û wiha dirêjî da axiftina xwe: "Piştî ku bi 330 dengan hat pejirandin, dê here pêşberî gel. Ez bawer dikim ku dema çû pêşberî gel, gel dê bêje "erê" û dê bê qebûlkirin. Ez bawer im gelê me mijarê baş nizane. Dema gel baş hat agahdarkirin, dê pergalê qebûl bike."