Tirkiye

Leoparê ku nesla wê di bin xetereya tunebûnê da ye li Rojhilatê Anadoluyê hat dîtin

Hüseyin Yıldız  | 15.12.2021 - Rojanekırın : 20.12.2021
Leoparê ku nesla wê di bin xetereya tunebûnê da ye li Rojhilatê Anadoluyê hat dîtin

Erzurum

 Leoparê ku li dinyayê nesla wê di bin xetereya tunebûnê da ye li Rojhilatê Anadoluyê hat dîtin.

Li ser sînorê Tirkiye-Îranê li devera çiyayî çendek berê dîmena leopar ket ber kameraya termal.

Leoparê ku ji hêla Yekîtiya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî ya Dinyayê (IUCN) wisa tên nîşandan ku nesla wan di bin xetereyê da ye, li rojhilatê welêt hat dîtin.

Serokê Komeleya Xwezaya Bakur Prof. Dr. Çagan Şekerciogluyê Endamê Hîndekariyê yê zanîngehên Koç û Utahê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, kişandina dîmena leopar, ew mizgînî ye ku bi salan e ew li bendê bûn.

Şekercioglu diyar kir, li gorî nexşeya IUCNê, warê leopar bi awayekî fermî 15 kîlometre bimîne Îdir, diqede û wiha dewam kir, "Ev ajala tê heya Azerbeycan, Naxciwan û Ermenistanê. Ji xwe li Gurcistan û Îranê tê dîtin. Me texmîn dikir ku li herêmê leopar heye. Di lîsteya ajalên biguhan a ku min sala 2017an amade kir da jî leopar heye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.