Önder Beyter
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Akçakocaya navçeya Duzceyê ku lê lehî rabûbû û hezaz çêbûbû, cesedê zarokê dawîn ê ku îxbar hatibû kirin ku wenda ye, 1,5 kîlometre li biniya gundê Ugurluyê hat dîtin. Herwiha nasnameya zarok jî hat tesbîtkirin.
Hat tesbîtkirin cesedê ku hat dîtin, ê Kagan Tongelê 3 salî ye.
17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî bi destê ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, 112 Servîsa Bilez, Agirkujî û cendirmeyê hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin 7 kes wenda ne.
Di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 19ê tîrmehê cesedê Fatma Tongelê, 21ê tîrmehê cesedê Cengîz Tongel, 22yê tîrmehê cesedê Sanem Kaplana hevalcêwî, 23yê tîrmehê cesedê dayîk Nîlgun û keça wê Funda Kaplan û herwiha duh jî cesedê Îlayda Dînem Kaplan a hevalcêwiya din hatibûn dîtin.
Bi vî awayî cesedê 7 kesên ku piştî lehî û hezazê îxbar hatibû kirin ku wenda ne, hatin dîtin.