Leglegên "mizgîniyên biharê" ev 16 sal e hêlîna xwe li ser qubbeya mizgeftê çêdikin
Erzurum
TALHA KOCA - Li Yaqutiyeya navçeya Erziromê, Leglegên "mizgîniyên biharê" ev 16 sal e hêlîna xwe li ser qubbeya mizgeftê çêdikin.
Li taxa gundewar a Dadaşkoya ku bi qasî 6 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, Mizgefta Talat Gunuçayê ji 2010an, roja ku ava bûye va, li ser qubbeya xwe mazûvaniya leglegan dike.
Tevî ku gundiyan ji bo parastina wan ji têlên elektrîkê, ji wan ra li dervayî cihê nîştecihiyê hêlîn çêkiribûn, leglegên ku ji aliyê gelê herêmê va weke sembola bereketê tên bi navkirin, hê jî di qubeya mizgeftê da hêlînê çêdikin.
![]()
Muezînê mizgeftê Îbrahîm Açar ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew ji ber hêlînên leglegan li ser qubbeya mizgeftê kêfxweş in û kêfa wan ji dengên wan ra tê.
Açar got, "Leglegên me her bihar tên û bi nêzîkbûna payîzê va diçin. Ji dema ku mizgeft hatiye avakirin va ew tên. Gundî leglegan diparêzin, hêlînên wan xera nakin û wana weke nîşanek mizgîniya biharê û sembola bereketê dibînin."
Ji gundiyan Tevhîd Durakê 78 salî jî destnîşan kir ku legleg berê dihatin û li ser sitûnên elektrîkê hêlîn çêdikirin, lê ev yek ji bo wan xetere bû.
Durak diyar kir ku wan li dervayî gund ji wan ra hêlîn çêkirine lê ew dîsa jî têne xwe li ser qubbeya mizgeftê datînin.
Gundiyekî din bi navê Burak Soslu jî tekezî kir ku dema leglegan dibîne dilê wî aram dibe û got, "Ji dema ku mizgeft hatiye avakirin va, li ser rêya koça wan, mazûvaniya leglegan dike. Beriya ku dar bibişkivin, weke mizgînîderên biharê tên."

