Lûtkeya Hevkariyê ya Tirkiye, Îtalya û Libyayê destpê kir

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Hevkariyê ya Tirkiye, Îtalya û Libyayê da pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî û Serokê Hikûmeta Neteweyî ya Libyayê Evdilhemîd Dibeybe kir.
Serokomar Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmbahçeyê cihê cihê pêşwazî li her yek Serokwezîra Îtalyayê Melonî û Serokê Hikûmeta Neteweyî ya Libyayê Dibeybe kir.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî birêva çû da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin û Serşêwirmendê Serokomar ê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê Akîf Çagatay Kiliç jî refeqeta Serokomar Erdogan kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.