Lûtkeya Helal a Dinyayê ya 11emîn û Fuara Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Helal Expoyê dest pê kir
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Lûtkeya Helal a Dinyayê ya 11emîn û Fuara Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Helal Expoyê ku ekosîstema helalê di asta global da tîne bal hev û di vê wateyê da yek ji organîzasyonên herî girîng e dest pê kir.
Lûtkeya ki bi hîmayeya Serokomariyê bi hevkariya Enstîtuya Metrolojî û Standartan a Welatên Îslamê (SMIIC) ku saziya eleqedar a Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) ye û bi kordînasyona Saziya Akredîtasyona Helal û Wezareta Bazirganiyê tê lidarxistin bi beşdariya Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat li Navenda Fuarê ya Stenbolê deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vekir.
Lûtkeya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandinê ya Global e û bi mottoya "di bazirganiya helal da înovasyin û mukemeliyetxwazî" tê lidarxistin ekosîstema helalê di asta global da tîne bal hev û di vê wateyê da yek ji organîzasyonên herî girîng da cî digire.
Alîkarê Serokwezîrê KKTCyê, Wezîrê Turîzm, Çand, Ciwanî û Hawirdorê Fîkrî Ataoglu di vekirina lûtkeyê da axivî û got ku Helal Expo bûye wekî navendeke girîng a ku potansiyela hilberînê, vîzyona bazirganiyê û hedefên hevpar ên alema Îslamê digihîne hev.
- "Lûtke ji bo pêşxistina aboriya helal platformeke kurewî ye"
Jumoke Oduwoleyê Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Veberhênanê jî got ku ev lûtke ji bo pêşxistina aboriya helal platformeke kurewî ye.
- "Di mijara helalê da divê em dêhna xwe bidin mukemeliyetê"
Saad bîn Otmhman Alkasabiyê Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya SMIICê jî diyar kir ku di salên dawîn da sektora helalê bi awayekî ku nehatiye dîtin pêş ketiye û girîng bûye û behsa geşedanên di vê mijarê da kir.
Alkasabî got ku "Em divê di mijara helalê da dêhna xwe bidin mukemeliyetê û bi hemû welatan ra di nav piştevaniyê da piştgiriyê bidin vê. "
- "Di bazara berhemên helal da firsendeke mezin heye"
Hîsham bîn Saad Aljadheyê Serokê Navenda Helalê ya Siûdî (SHC) û Birêvebirê Payebilind ê Otorîteya Derman û Xurekê ya Siûdî )SFDA) got ku di encama zêdebûna eleqeya ser berhemên helal di vê qadê da firsendeke mezin heye û ev bazar gelekî lez pêş dikeve.
- "Em ji bo ku Tirkiye di vê qadê da bibe navendeke xurt xebatên xwe didomînin"
Emre Eteyê Alîkarê Serokê Konseya Helalê ya Dinyayê jî diyar kir ku prensîba helalê di hilberînê da kalîteyê, di bazirganiyê da rastiyp û heqaniyetê esas digire û wiha axivî:
"Li cihê ku nêrîna helalê lê heye ber û bereket û hezkirin heye. Bazara helal îro ne tenê ji bo nifûsa misilman ji bo girseyeke ewledar jî bû wek qada daxwazê ya hevpar. Em ji bo ku Tirkiye di vê qadê da bibe navendeke xurt xebatên xwe didomînin."
- "Em ji bo rakirina astengiyên bazirganî yên li pêş belgekirina helaslê hewl didin"
Mehmet Altugê Serokê Heyeta Mutewelî ya Zanîngeha Lokman Hekîmê jî destnîşan kir ku hişmendiya jiyana helal û bi tenduristî di vîzyona Zanîngeha Lokman Hekîmê da cî digire û wiha axivî:
"Em di vê çaçroveyê da bi bernameyên xwe yên perwerdekirina pisporan, xebatên sertîfîkaya navneteweyî va projeyên girîng îmze dikin. Bi saya fealiytên nirxandina guncaviyê ya ku standartên SMIICê hedef digire hewl didin ku hem li welatê me hem jî li alema îslamê di warê belgekirinê da asyengiyên bazirganî ji holê bên rakirin.
Piştî axaftinan ji hêla endamên protokolê ba kurdeleya vekirinê ya çalakiya ku dê heta 29ê sermawezê dewam bike hat birîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
