Tirkiye

Lêkolîn li ser perçeyên balafira kargoyê ya ku li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ket, dest pê kir

Utku Şimşek  | 12.11.2025 - Rojanekırın : 12.11.2025
Lêkolîn li ser perçeyên balafira kargoyê ya ku li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ket, dest pê kir

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku tîma lêkolîn, lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo balafira kargoyê ya eskerî ya cureya C-130yî ku li Gurcistanê ketibû, gihîştiye herêmê û xebatên xwe didomîne.

Di parvekirina ku li ser hesabê NSosyalê ya wezaretê hatiye parvekirin da ev daxuyanî hatine dayîn:

"Tîma lêkolîn, lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo balafira kargoyê ya eskerî ya cureya C-130yî ku li Gurcistanê ketibû, gihîştiye herêmê û xebatên xwe bi hevkariya rayedarên Gurcistanê didomîne. Pêvajoya lêkolîn û nirxandina teknîkî ya der barê qezayê da berdewam dike û pêşketinên din wê bi raya giştî ra werin parvekirin."

Di parvekirinê da wêneyên xebatê jî hebûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın