Tirkiye

Kurumê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê got di 12 rojan da 4 hezar û 555 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin

Yasemin Kalyoncuoğlu  | 20.06.2021 - Rojanekırın : 21.06.2021
Kurumê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê got di 12 rojan da 4 hezar û 555 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin

Ankara

 Murat Kurumê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê daxuyand di nav 12 rojan da li Behra Marmarayê 4 hezar û 555 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin.

Kurum li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê paqijkirina musîlajê ya li Behra Marmarayê da daxuyaniyek da.

Wezîr Kurum anî ziman di roja 12emîn a paqijkirinê da ew li 278 herêman xebatan dikin û wiha dewam kir: "Di roja 12emîn da bi paqijkirina 353 mêtrokup musîlajê va tevahî 4 hezar û 555 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin.

Kurum got ji 19ê hezîranê pê va li Stenbolê 1584 mêtrokup, li Kocaeliyê 326 mêtrokup, li Bursayê 133 mêtrokup, li Tekirdagê 153 mêtrokup, li Balikesîrê 466 mêtrokup, li Çanakkaleyê 378 mêtrokup, li Yalovayê 1515 mêtrokup musîlaj li Behra Marmarayê hat paqijkirin.

Wezîr Kurum wiha dewam kir: "Ji roja 12emîn pê va me 4 hezar û 647 kontrol kir. Me ceza da 12 kargehên guh neda qaydeyan. Em şev û roj Behra me ya Marmarayê paqij dikin. Em Behra me ya Marmarayê, mala jîndarên behrê zelal dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın