Tirkiye

Konferansa "Berpirsyariyeke Îslamî û Mirovî: Xeze" ewê roja înê li Stenbolê destpê bike

Hikmet Faruk Başer  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Konferansa "Berpirsyariyeke Îslamî û Mirovî: Xeze" ewê roja înê li Stenbolê destpê bike

Istanbul

Konferansa "Berpirsyariyeke Îslamî û Mirovî: Xeze" ku dê ji aliyê Yekîtiya Zanayên Misulman ên Cîhanê û Weqfa Zanayên Îslamê ya li Tirkiyeyê, bê lidarxistin, ewê 22yê Tebaxê Roja Înê li Stenbolê destpê bike.

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Zanayên Îslamê Mustafa Karataş li civîna çapemeniyê ya ku li navenda Weqfa Zanayên Îslamê hat lidarxistin da axivî.

Karataş anî ziman ku îro, em bi yek ji karesatên herî giran ên dîroka nûjen, hetta di dîroka mirovahiyê da jî, ra rû bi rû ne û got, "Li Xezeyê zêdetirî 2.5 milyon mirov rastî qirkirineke giştî tên. Xeze bi çeka kujer tê armancgirtin, bi birçîbûn û tîbûnê hatiye dorpêçkirin û di nava nexweşî û xizaniyê da hatiye hiştin."

Mustafa Karataş diyar kir ku ew ê ji bo Xezeyê konferansekê li dar bixin û got, "Digel Yekîtiya Zanayên Misulman ên Cîhanê, Weqfa Zanayên Îslamê û heyeta dilsoz a zanayan di bin serenava "Berpirsyariyeke Îslamî û Mirovî: Xeze" da emê konferansekê li dar bixin. Ewê ji zêdetir 50 welatî, zêdetir ji 100 zanayên Îslamê yên serwerê qada xwe beşdar bibin. Konferans ewê hefteyekê biajo. Armanca konferansê ew e ku heqiyê biqîre, berpirsyariya dînî û dîrokî bîne cî û rabigihîne ku Xeze ne tenê meseleya Filistîniyan e, belkî doza hevbeş û adil a hemî umet û mirovayetiyê ye."

Prof. Dr Karataş destnîşan kir ku yek ji armancên din ên konferansê seferberkirina Umeta Îslamî û hemû mirovahiyê ye ji bo rawestandina êrîşan, vekirina korîdorên mirovî û gihandina hemû alîkariyên pêwîst bo xelkê birûmet ê Xezeyê.

- Konferans dê bi encamnameya ku piştî nimêja înê li Ayasofyayê were xwendin bi dawî bibe

Karataş diyar kir ku konferans dê bi danezaneke ku dê 22yê Tebaxê roja Înê li Mizgefta Eyup Sultan were xwendin û protestoyeke ji aliyê zanayan va were lidarxistin, dest pê bike û destnîşan kir ku 22yê Tebaxê roja Şemiyê ewê axaftina protokolan a serokên heyetên beşdar bên pêşkêşkirin.

Karataş tekezî kir ku dê ji 24ê Tebaxê roja Yekşemê heta 28ê Tebaxê roja Pêncşemê, 18 komxebatên rexber ên li ser mijarên navendî yên li Filistînê werin lidarxistin û konferans dê bi daxuyaniyeke dawî ya ku piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê 29ê Tebaxê roja Înê were xwendin bi dawî bibe.

Karataş anî ziman ku ewê Umeta Îslamê û hemû mirovahî qet sûcên li Xezeyê qebûl neke û got, "Konferansa me dê bi hemû hêza xwe bixebite da ku zexta civakî û siyasî zêde bike, da ku alîkariya acîl were dayîn, deriyên sînor werin vekirin û alîkarî ji xwîşk û birayên me yên birçî yên li Xezeyê di bin dorpêça da were gihandin."

Serokê Yekîtiya Zanayên Misulman a Cîhanî Elî Muhyîddîn Qeredaxî jî deqa Erebî ya daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.