Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê di 17ê Cotmehê da biçe Diyarbekirê

TBMM
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê 17ê Cotmehê roja Înê biçin Diyarbekirê.
Di daxuyaniya Serokatiya TBMMyê da hat diyarkirin ku Kurtulmuş dê beşdarî Merasima Destpêkirina Sala Akademîk a Zanîngeha Dîcleyê û her wiha Festîvala Rêya Çandê ya Diyarbekirê bibe û bi dû ra jî dê bi nûnerên saziyên civaka sivîl ra bê cem hev.
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku endamên Dîwana Serokatiya TBMMyê û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê jî ji bo beşdariya ziyareta Kurtulmuş a Diyarbekirê hatin vexwendin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.