Tirkiye

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 4emîn kir

Betül Bilsel, Ahmet Buğra Olaç, Meriç Ürer, Sefa Bilgitekin, Abdullah Sarica  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 20.08.2025
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 4emîn kir

Ankara

 Komeleya Xaziyên Di Şer da Seqet Mane yên Tirkiyeyê, Komeleya Jinebî û Êtîmên Şehîdan, Weqfa Malbatên Şehîd û Xaziyên Tirkiyeyê, Weqfa Hevgirtina Xizmên Şehîd û Xaziyên Tirkiyeyê, û Komeleya Xaziyên Şer ên Tirkiyê tevlî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê bûn.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê bi armanca "Tirkiyeya Bêteror" ava bû, bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş va civiya.

Di civînê da serokên komeleyên ku beşdarî komîsyonê bûn hatin guhdarîkirin.

Di runiştina yekem a îro ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê, di runuştina duyem da jî nûnerên Weqfa Alîkariya Însanî ÎHH, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî wê bên guhdarîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.