ÎSTANBUL
Ji endamên "Heyeta Mirovên Aqilmend" çend kes ji bo nirxandina bûyerên terorî û rûdanên dawîn ên ku qewimîn binirxînin hatin bal hev.
Bi vexwendina nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglu, aktorê sînemayê Kadîr Înanir û Serokê Komeleya Mafên Miroven (KMM) Ozturk Turkdogan ve komeke ji heyetê li Arnavutkoyê di restorantekê de hatin bal hev.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û Bayramoglu, Înanir, rojnameger Oral Çalişlar, hiqûqnas Kezban Hatemî, Serokê Giştî yê KESKê Lamî Ozgen jî di nav de 10 kes hatin cihê ku civîn lêbû.
Ji bo civînê ji 25 kesan re xeber hat şandin û wisa tê texmînkirin ku piştî civînê wê daxuyanî bê dayîn.