Tirkiye

Komandoyên cendirme tetbîqata zivistanê kir

Hayati Akçay  | 10.02.2026 - Rojanekırın : 10.02.2026
Komandoyên cendirme tetbîqata zivistanê kir

Ordu

 Komandoyên cendirme ku li Tirkiyeyê di nava yekîneyên herî bijare da cih digirin, wezîfeyên xwe li ser eraziyê dijwar û hewaya xerab da jî pêk tînin.

Yekîneyên Fermandariya Tabûra Komandoyên Cendirme ya Perşembeyê ku girêdayî Fermandariya Cendirmeya Bajarê Orduyê ye, di şert û mercên dijwar ên ser erazî da perwerde dibin. Ekîba AAyê dîmena perwerdeya komandoyan kişand.

Tetbîqat li navçeya Mesudiyeyê ser berfê hat kirin. Yekîne li ser berfê di şopekê da meşiyan, bi kamuflajên xwe va qabiliyetên xwe di şert û mercên dijwar da nîşan dan.

Komando perwerde û tetbîqatên xwe bê navber didomînin, hewl didin wezîfeyên xwe baş bi cih bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.