Tirkiye

Koçberên bêdestûr ên ku hatin girtin, qala serboriya xwe ya li Îranê kirin

Mesut Varol  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 13.05.2022
Koçberên bêdestûr ên ku hatin girtin, qala serboriya xwe ya li Îranê kirin

Van

Koçberên bêdestûr ên ku bi rêya dereqanûnî ji Efxanistan, Pakistan û Bangladeşê tên Tirkiyeyê, ji welatê xwe bi rê dikevin û piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe digihînin Îranê, ji Îranê jî esker rasterast berê wan didin sînorê Tirkiyeyê.

Koçberên bêdestûr bi rêya dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê dibin û paşê bi destê hêzên ewlehiyê tên girtin. Koçberan ji nûçegihanê AAyê ra qala serboriya xwe dikin ku ji Îranê çawa derbas dibin.

Koçberên bêdestûr gotin, ew demekê li Tehran, Meşhed û Tebrîzê man û paşê hêzên ewlehiyê yên Îranê û tacîrên merivan berê wan da sînorê Tirkiyeyê.

Koçber ji welatê xwe carinan wesayîtan carinan jî peyatî tên.

Ebdullah Resûliyê Efxanistanî diyar kir, welatê wî 3 hezar kîlomêtre dûr e û ew piştî rêwîtiyeke mehekê bi rêya dereqanûnî hat Tirkiyeyê.

Resûlî daxuyand, ew pêşiyê ji Efxanistanê derbasî Pakistanê bûn, ji wir jî hatin Îranê û wiha dewam kir:

"Em ji Efxanistanê derketin û hatin bajarê Nîmrûzê yê li sînorê Îranê. Ji wir jî qaçaxciyên merivan em anîn Pakistanê. Me li Pakistanê tu tengasî nekişand. Tenê ji me pere standin. Paşê em li Îranê çendekî man. Em rastî êşkence û eziyetê hatin. Hemû perê me û têlefonên me ji me standin. Heta kincên ser me jî ji me standin û paşê sînorê Tirkiyeyê nîşanî me dan. Ji ber ku her der çil û çiya û kevir û kuçik bû, eskerê Îranê em peyatî anîn ber sînorê Tirkiyeyê. Li ber sînor li me xistin em tirsandin û berê me dan aliyê Tirkiyeyê. Gotin 'Ev der Tirkiye ye, herin wê li wê derê baştir li we binihêrin."

Salih Rehmî jî got ku eskerên Îranê nîşanî wan da ku wê çawa ji sînorê Tirkiyeyê derbas bibin û wiha got, "Pişkî ku em ji Pakistanê derbas bûn, em çendekê li Îranê man. Ji ber ku perê me xelas bû, em li vê derê mehekê xebitîn. Eskerên Îranê nîşanî me dan ku em ê çawa ji sînorê Tirkiyeyê derbas bibin. Têl nîşanî me dan ku em ê ji ku derê ra derbas bibin."

Ebdullah Beyzade diyar kir ku wan 2 hezar dolar da qaçaxçiyên însanan û wiha got, "Tî birçî 40 rojî di rêyan da mam. Ez dixwazim hinekî bixebitim û dîsa vegerim welatê xwe. Gelek hevalên me rê da seqet man, rastî êrîşa guran hatin. Hin hevalên me bi guleyên eskerên Îranê birîndar bûn."

Bihişta Feqîrzade ya ku tevî mêrê xwe û 4 zarokên xwe ji Efxanistanê revî û hat Tirkiyeyê jî wiha behsa serpêhatiyên xwe kirin:

"Em dema hatin em ji çol û çiyayan ra derbas bûn. Ez ji çiya tot bûm û birîndar bûm. Zarokên min ji xwe çûn, xeriqîn. Em tî birçî man. Em li Îranê rastî miemeleya xirab hatin. Mêrê min 2 mehan xebitî, lê ucreta mehekî nedanê. Em jî neçar man, me biryar da em bên Tirkiyeyê."

Midûrê Navenda Lêkolînên Nifûs û Koçê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Orhan Deniz diyar kir ku koçber piştî rêwîtiyeke dijwar digihîjin Îranê.

Deniz bal kişand ku Îran polîtîkaya nehewandina zêdetir koçberan dimeşîne û wiha got:

"Îran ji bo sivikkirina zexta aborî û civakî ya koçberan, berê wan dide sînorê Tirkiyeyê. Rasterast û nerasterast berê wan dide sînor. Bi wesayîtan tînin heta ber sînor û datînin. Ji wir jî peyatî hewl didin ji sînor derbas bibin. Carinan hinekî tundiyê jî diemilînin ku koçber derbas bibin. Hêzên ewlekariyê yên Îranê û qaçaxçî bi guzergehên diçin Tirkiyeyê beled in. Lewma bi taybetî berê wan didin Tirkiyeyê. Ji Efxanistanê koçber di navbera 25 û 35 rojan da tên. Ji Îranê heta Wanê jî di navbera 3 û 5 rojan da rêwîtiyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.