Tirkiye

Kesên di erheja Wanê da ji binê kavilan hatin derxistin wê rojê ji bîr nakin

Kesên di 23yê Cotmeha 2011an da li Ercîşa navçeya Wanê ji erdheja lerza wê 7,2 bû sax xelas bûn hê jî wê rojê ji bîr nakin û êşê dikşînin.

Türkan Tosun  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Kesên di erheja Wanê da ji binê kavilan hatin derxistin wê rojê ji bîr nakin

Van

 Kesên 9 sal berê li Ercîşa navçeya Wanê ji erdheja lerza wê 7,2 bû sax xelas bûn û eqrebayên wan di wê erdhejê da mirin hê jî wê rojê ji bîr nakin û êşê dikşînin.

Li navçeya Ercîşê di 23yê Cotmeha 2011an da erdhejeke mezin çêbû, 604 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û bi hezaran avahiyan jî xisar dît.

Kesên ji wê erdhejê sax filîtin wê roja biêş ji bîr nakin û hestên xwe ji nûçegihanê AAyê ra gotin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Muradiyeyê Yuksel Zorluyê ji binê kavilan hat derxistin got wê demê ew û komeke 15 kesî ya ji mamoste û xwendekaran pêk tê ji binê kavilan hatine derxistin.

Zorlu got ji wan kesek miriye û wiha behsa wê rojê kir: "Ji bo me felaketeke mezin bû. Gelek heval û dostên me mirin. Dewlet ji bo ku birînên me bipêçe pir xebitî. Piştî erdhejê jiyana min jî wek ya gelek kesan guherî. Wê demê ez mamoste bûm, paşê ez bûm alîkarê midûr û paşê bûm midûrê dibistanê. Niha jî ez wek midûrê perwerdeya neteweyî xizmetê didim xwendekarên me."

- "Ez 5 saetan di binê kavilan da mam"

Îzzet Batmazê 5 saetan di binê kavilên kargehekê da maye jî got dema wî dengê xebatkarên ku wî xelaskirin bihîstiye pir kêfxweş bûye û wiha axivî: "Min hew zanîbû kiyamet rabû. Her der hilweşiya. Piştî 5 saetan ez ji binê kavilan hatim derxistin. Ez çûm taxa ku xwezûrê min lê dijî. Avahî hilweşiyabû. Me xwesiya min sax xilas kir. Xwezûrê min, zarok tevahî 23 kes mirin. Dewletê alîkariya me kir. Xwedê wan rojan dîsa nesîb neke. Demeke pir zehmet bû."

- "Em êşa 23 eqrebayên me yên mirine dikşînin"

Yavuz Îzgiyê di erdhejê da 23 eqrebayên wî mirine jî wiha got: "Ez reviyam çûm malê hemû malên taxê hilweşiyabûn. Mala me jî xirab bûbû, tu tiştek li dewsê nemabû. Birê min, jinbira min, biraziyên min, zarên apê min, zarên meta min 23 eqrebayên me mirin. Em hê jî wê êşê dikşînin. Em navê wan li zarokên xwe yên nû dibin dikin. Xwedê wan rojan dîsa nîşanî me nede."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın