Keştiya Heyva Sor a Tirk ku ji bo Xezeyê 1400 ton alîkariya însanî lê hat barkirin, gihîşt bendera El Arîşê
Al Qahirah
"Keştiya Qenciyê" ya 20emîn ku Heyva Sor a Tirk ji bo Xezeyê amade kir û nêzî 1400 ton alavên alîkariya însanî lê bar kir, gihîşt Bendera El Arîşê ya li bakurê rojhilata Misrê.
Keştî di 23yê Rêbendanê ji Bendera Navneteweyî ya Mêrsînê bi rê ket. Di keştiyê da xida, alavên paqijiyê, cil û berg, betanî, alavên sitarbûn û dergûşan di serî da ji bo pêdiviyên acil ên Xezeyê alavên sereke yên alîkariya însanî hene.
Heyva Sor a Tirk li gorî pêdiviyên heyî yên li Xezeyê alavên alîkariyê amade kirin.
Balyozê Qahîreyê yê Tirkiyeyê Salih Mutlu Şen, Kordînatorê Misrê yê Heyva Sor a Tirk Emîn Boyraz, ekîbên Heyva Sor a Misrê û AFADê û rayedarên Misrî li Bendera El Arîşê "Keştiya Qenciyê" pêşwazî kir.
Piştî ku keştî gihîşt benderê, Balyozê Qahîreyê yê Tirkiyeyê Salih Mutlu Şen daxuyanî da û diyar kir ku alîkarî li gorî pêdiviyên qadê hatin tesbîtkirin, di merhaleya duyem a agirbestê da şandina keştiyên alîkariyê yên nû wê dewam bikin û li gorî baweriya wan bi vebûna Deriyê Sînor ê Refahê ra pêvajoya alîkariyê wê bi lez û beztir bibe.
Şen destnîşan kir, li gorî telîmatên Tirkiye, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wezaretên têkildar, Tirkiye wê ji bo gelê Xezeyê alîkariya însanî bidomîne û wiha dewam kir, "Em ê ji bo gelê mezlûm û mexdûr ê Xezeyê alîkariyê bi awayê herî baş bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
