Tirkiye

Kebaba buryanê ya Bidlîsê belgeya îşareta coxrafî sitand

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bidlîsê (TSO) Davut Tezcan got ku ji bo kebaba buryanê belgeya tescîlê ya îşareta coxrafî hildan.

Elif Irmak  | 04.03.2021 - Rojanekırın : 09.03.2021
Kebaba buryanê ya Bidlîsê belgeya îşareta coxrafî sitand

Bitlis

 Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bidlîsê (TSO) Davut Tezcan got ku ji bo kebaba buryanê belgeya tescîlê ya îşareta coxrafî hildan.

Tezcan daxuyaniyek da rojnamevanan û behs kir ku li gor çavkaniyên dîrokî li Bidlîsê hin gundiyan kebaba buryanê îkramê Muradê 4emîn ku derkete Sefera Revanê kirine.

Tezcan got ji bo ku xwedî li dîrokê derkevin û kebaba buryanê îşareta coxrafî hilde serî li Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan dan û serlêdan erênî hat bersivandin û wiha axivî:

"Bila ji bo bajarê me bi xêr be. Em ê ji zanîngeh û saziyên din heyetekê ava bikin û buryanê bînin cihên baştir. Wextekî Sêrt navçeyekî Bidlîsê bû. Herçiqas ew bibêjin ku buryan ya Sêrtê ye jî çêkirina wan bi temamî ji hev cuda ye. Em buryanê bi temamî di hilmê da dipêjin. Ji xeynî xwêya karê tu baharên din naemilînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.