Tirkiye

Karkerên ji hêla terorîstan va hatin kuştin li dû xwe 11 êtîm hîştin

Karkerên ji hêla terorîstên PKKyî va li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hatin kuştin li dû xwe 11 êtîm hîştin

12.06.2019 - Rojanekırın : 13.06.2019
Karkerên ji hêla terorîstan va hatin kuştin li dû xwe 11 êtîm hîştin

Van

Du karkerên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di çêkirina rê da dixebitîn û ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatin kuştin li dû xwe 11 zarok û jinên bî yên xemgîn hiştîn.

Terorîstên PKKyî duh li mezraya Agaçliya li ser gundê Onbaşilarê li hemberî karkerên dî înşaeta rê da dixebitîn êrîşek pêk anîn. Karkerên bi navê Abdurrahman Bîlîcî (57) û kurapê wî Mehmet Salih Bîlîcî di êrîşê da hatin kuştin.

Malbatên karkeran şînê digrin û di konê teziyeyê da mazûwaniya mêvanên tên sersaxiyê dikin.

Malbat zarokên bêbav mane hembêz dikin û lenetê PKKyê tînin.

Hat ragihandin 9 zarokên Abdurrahman Bîlîcî hene ku jê 7 heb dixwînin, ew ji bo debara wan çûye xebatê.

Mehmet Salih Bîlîciyê ku mehek berê çûbû Yuksekovayê jî bavê 2 zarokan bû û ew ji bo debara zarokên xwe dixebitî.

- "Ev êrîş bi hovane û qeleşî hat kirin"

Ferruh Bîlîciyê birayê Abdurrahman Bîlîcî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand birayê wî ji bo rizqê zarokên xwe dixebitî û wiha axivî: "Xebata di hemû karên dewleta me da ji bo me serfiraziye. Em her tim di karên dewleta xwe da dixebitin. Ev êrîş bi hovane û qeleşî hat kirin. Em lenetê vê êrîşê tînin. Di dîn da jî cihê êrîşeke wiha tune. Dewleta me li gel me ye ku ji sedî 80 êşa me kêm bû. Xwedê ji dewleta me razî be. 9 zarokên birayê min hene. Yê herî biçûk di fakulteya tipê da, yê din jî di fakulteya hiqûqê da dixwîne. Kî wan bide xwendin? Bila ev zarok nexwînin bixebitin? Kurê apê min jî ji bo nanê zarokê xwe çû li wir. Ji bo dahatû û perwerdeya zarokên xwe li wir xebitîn. Ma em zarokên xwe xwedî nekin?"

- "Em vê êrîşê şermezar dikin, ev îxanet e. Xwedê wan îslah bike"

Ferhat Bîlîciyê biraziyê Mehmet Salih Bîlîcî jî got apê wî 2 êtîm li dû xwe hîştine û wiha axivî: "Jina apê min têr û can e. Di vê temenê xwe da bî ma ku ev tiştekî pir xirab e. Zarok li dû wî man ka ewê çawa bin? Zarokên apê min ên din jî dixwînin. Ji bo ku zarokên wan bixwînin ew li wir dixebitîn. Em vê êrîşê şermezar dikin, ev îxanet e. Xwedê wan îslah bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın