Karaîsmaîloglu: "Di navbera Mahmutbey-Hadimkoy û Yassioren-Çatalcayê da rakirina wesaîtên hatine terikandin didome"
Istanbul
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, "Trafîk qismî be jî heye. Di navbera Mahmutbey-Hadimkoy û Yassioren-Çatalcayê da rakirina wesaîtên hatine terikandin didome."
Karaîsmaîloglu tevî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya li Midûriyeta Herêma 1emîn ya Rêbejayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê xebatên paqijkirina berfê yên li Stenbolê da axivî.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu got ku em ê Pireya Bogazîçiyê (Pireya 15ê Tîrmehê) û Pireya Fatîh Sultan Mehmed di saet 13.00an da ji otomobîlan ra vekin.
Karaîsmaîloglu diyar kir seferên rêhawayê jî dest pê dikin û got ku li Balafirgeha Stenbolê wê niha sefer dest pê bikin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu destnîşan kir trafîk qismî be jî heye û wiha got, "Di navbera Mahmutbey-Hadimkoy û Yassioren-Çatalcayê da rakirina wesaîtên hatine terikandin didome."
Karaîsmaîloglu got ku Marmaray mîna duh êvarê wê îşev û sibê jî bêpere be û heta şeveqê ji bona welatiyan vekirî be.
- "Şikir ji Xwedê ra ji ber sir û sermayê tu tişt bi kesî nehatiye"
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu jî diyar kir şikir ji Xwedê ra ji ber sir û sermayê tu tişt bi kesî nehatiye û got ku loma jî em ji ber vê jî şikir dikin.