Tirkiye

Kalinê Berdevkê Serokomariyê bi Sullivanê Şêwirmendê Ewlehiya Amerîkayê ra axivî

Zafer Fatih Beyaz  | 12.06.2021 - Rojanekırın : 13.06.2021
Kalinê Berdevkê Serokomariyê bi Sullivanê Şêwirmendê Ewlehiya Amerîkayê ra axivî

Ankara

 Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê ji ser têlefonê bi Jake Sullivanê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê ra axivî.

Bedevkiya Serokomariyê daxuyanî weşand û ragihand ku di hevdîtina ji ser têlefonê da mijerên herêmî di serî da rûdanên li Efxanistan, Sûriye, Lîbya, Rojhilatê Behra Spî û Qibrîsê, hatin qisekirin.

Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê da wê Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê û Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê bên bal hev, di hevdîtina ji ser têlefonê da li ser hûrgiliyên gotûbêjê û mijarên ku wê bên qisekirin jî hat sekinîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo pêşdaçûna têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkaya hevalbendên NATOyê divê hewl bê dayîn û hemû mijarên Tirkiye û Amerîkayê eleqedar dikin di çarçoveya rêzgirtinê da bên parastin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.