Tirkiye, archive

Kî pêla çareseriyê bixerifîne dê webalê wî li stûyê wî be

Serokwezîr Erdogan: "Kî pêvajoya çareseriyê sabote bike dê webalê wî li stûyê wî be. Ji bo ku Tirkiye mezin bibe, 76 milyon bi hev re paşerojê parve bike, bigihêje armancên xwe divê ev mirin û tundî bisekinin."

02.09.2013 - Rojanekırın : 02.09.2013
Kî pêla çareseriyê bixerifîne dê webalê wî li stûyê wî be

ÎSTANBUL 

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku kî pêvajoya çareseriyê sabote bike dê webalê wî li stûyê wî be. Ji bo ku Tirkiye mezin bibe, 76 milyon bi hev re paşerojê parve bike, bigihêje armancên xwe divê ev mirin û tundî bisekinin.

Erdogan li Navenda Kongreya Halîçê di merasima girtinê ya "Rojên Sîîrtê" de axivî û ragihand dema ku ew di 8-9ê adarê de çûye Sêrtê li wir rewşeke cuda, hewayeke cuda û atmosfereke ku ji hêviyan pêk tê, dîtiye û wî ev rewş hîs kiriye.

Erdogan dest nîşan kir ku ji adarê heta îro bûyereke ku gelê Sêrtê û herêmê aciz bike, hêviyên wan hilweşîne û dilê wan bişkîne neqewimiye û wiha got: "Wa ye me kêliyek berê dît ku keçikên me şarpeyên xwe, laçikên xwe çawa danîn erdê. Divê em vê îşaretê bibînin."

Erdogan diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibe û wiha got:

"Pêvajoyeke tarî, bixwîn ya ku agir xistiye malan û 30 sal in ku dewam dike êdî bi dawî dibe, divê biqede jî. Ne bi tenê li Sêrtê, li hemû bajarên herêmê heta ku 81 bajarên me bi vê pêvajoyê ve jiyaneke nû dest pê kiriye, hêviyên wan geş bûne, hê bêtir jiyanê, karên xwe, bajarên xwe hez dikin. Jiyaneke aram û ewle dijîn. Binêrin ev çend meh in bi zor û gefxwarinan, kepenk nayên girtin û esnaf rehet e, danûstandinê dike. Bi mehane hejmarên turîstên ku diçin ziyareta herêmê zêdetir bûne. Turîst diçin bajarên herêmê, cihên dîrokî, xwezayê ziyaret dikin. Bawer bikin tûrîzma keltûrê li Tîlloyê dê gelek geş bibe. Di heman demê de Wesyel Qeranî jî wisa. Ev mînakên gelek baş in."

Serokwezîr Erdogan diyar kir ku li herêmê xebatên rê, bendav, av û vejenê her diçe zêde dibe, ev 11 sal e dikoşin da ku herêm pêş bikeve û ew hewl didin ku herêm bigihêje aramiyê, îstiqrarê, biratiyê. Erdogan wiha axivî:

"Heke ev pêvajo wiha dewam bike, çek neyên bikaranîn, tundî xilas bibe, aramî û biratî li herêmê çêbe, bawer bikin em dê hin kêfxweşiyên mezin û pêşketinên xweş bi hev re bijîn."

Erdogan diyar kir ku ew dê biratiya hezar salan, bi hev re pêşkêşî paşerojê bikin û wiha axivî: "Çima Sêrt bi tirk, kurd û bi erebên xwe ve ber bi paşerojê nameşe? Ev bi salan e wisa bû, ma çima niha wisa nebe?  Em dê înşaellah di nav rewşeke ku bêtundî û şer de, hemû meseleyên xwe bi wêrekî, dilsozî û xweşbînî çareser bikin. Em dê dîsa bi hev re li ber kesên ku naxwazin em vê bikin, li ber xwe bidin. Em dê înşaellah ji hemû astengiyan biflitin û em dê pêşerojê bi hev re ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın