Tirkiye

Jinika Sêrtî 14 hevrikên xwe yên mêr li pey xwe hişt û bû mixtar

Fecri Barlık  | 28.04.2024 - Rojanekırın : 03.05.2024
Jinika Sêrtî 14 hevrikên xwe yên mêr li pey xwe hişt û bû mixtar Jinika Sêrtî 14 hevrikên xwe yên mêr li pey xwe hişt û bû mixtar

Siirt

SÎÎRT (AA) - Zelîha Akyureka ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da li Sêrtê 14 hevrikên xwe yên mêr li pey xwe hişt bû mixtar û niha li taxa ku 25 sal e lê dijî xizmetê dide welatiyan.

Akyureka dayika 3 zarokan a li Taxa Barişê dijî di dema hilbijartinê da mal bi mal geriya, li hemberî kesên ku jê ra digotin "Tu jin î, nayî hilbijartin" bi ser ket.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da li taxa ku 8 hezar û 544 hilbijêran dengên xwe bi kar anîn da Akyurekê 1530 deng hilda û bi 514 dengên zêde va bû mixtar.

Akyurekê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji hilbijartinên 2019yan vir va jinên li taxê dijîn ji wê ra gotine bibe mixtar û wiha axivî: "Bi taybetî jinan ji min salona werzişê xwestin. Hevalên min tim ji min ra digotin 'Bibe mixtar'. Zarokên min jî di vê mijarê da ez qanî kirim û ez bûm namzed. Dema ku ez bûm namzed, hinek hilbijêrên taxê û hevjînê min gotin 'Tu jin î, tu nikarî bikî, tu nayî hilbijartin'. Hevjînê min dema wêrekî û îradeya min dît piştgiriya herî mezin da min. Ez bûm namzed û bi ser ketim."

Akyurekê diyar kir ku heta roja hilbijartinê ew 3 mehan xebitiye û li hemberî 14 namzedên mêr serkeftin bi dest xistiye, lê piştgiriya herî mezin jinan daye wê.

Akyurekê wiha got: "Ez ê heqê vê wezîfeyê bidim. Deriyê me wê 24 saetan vekirî be. Ez bûm mixtar ku pirsgirêkên taxa xwe bînim zimên. Jin çi bixwazin dikarin bikin, dikarin herin her derê. Piştî hilbijartinê jinan ji min ra got ew kêfxweş in ku ez hatime hilbijartin. Heta niha jin nehatibûn serdana mixtariyê, lê êdî tên û pirsgirêkên xwe dibêjin. Em jî alîkariya wan dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın