Tirkiye

Jinika li Bexdayê dijî heywanên eziyet li wan hatine kirin bi dilovanî xwedî dike

Haydar Karaalp  | 01.12.2021 - Rojanekırın : 09.12.2021
Jinika li Bexdayê dijî heywanên eziyet li wan hatine kirin bi dilovanî xwedî dike

Baghdad

 Jinika bi navê Um Ebudî ya ku li Bexdaya paytextê Iraqê dijî erseyek kirê kiriye û li wir heywanên eziyet li wan hatine kirin bi dilovanî xwedî dike.

Um Ebudî li ser erseyekî 500 mêtroqereyî 14 kuçik û 70î zêdetir pişîkên birîndar û yên eziyet li wan hatine kirin xwedî dike.

Ebudiya ku ji zarokatiya xwe pê va pişîkan gelekî hez dike ji nûçegihanê AAyê ra got wê demê heywan di nav ewlehiyê da dijiyan, kesî li wan nedixist, lê rewş niha ne wisa ye.

Ebudî got beyterên li Bexdayê jî alîkariya wê dikin ku heywanên birîndar bên dermankirin û wiha axivî: "Ji bo van heywanên birîndar û yên seqet ên ku xwediyên wan êdî wan naxwazin erseyekî mezin hewce dikir. Min bi gelek zehmetiyan ev dera ava kir. Heywan piştî tên dermankirin ez wêneyên wan li ser medyaya civakî parve dikim, gelek şîroveyên baş tên. Ji bo van heywanên Xwedê xuliqandiye em çi bikin jî hindik e."

- "Li Tirkiyeyê însan merhemetê li heywanan dikin"

Ebudiyê anî ziman li Iraqê hin kes ezîyetê li heywanan dikin û wiha dewam kir: "Wê rojê pişîkekê av vedixwar, lê zarokekî kevir avêt lêxist. Diya wî ji wî ra negot ka ew çima wisa dike jî. Ev zarokên bê merhemet mezin dibin sibê du sibe wê li hemberî bav û diyên xwe jî bêmerhemet tevbigerin. Li Tirkiyeyê însan ji çivîkan ra jî merhemetê nîşan didin, kîçik û pişîk azad digerin. Em çima li hemberî kûçikan wiha bi tundî tevdigerin? Hin caran min rexne dikin ku ka ez çima însanan nanihêrim lê heywanan xwedî dikim. Lê ez heywanan hez dikim û naxwazim ew eziyetê bikşînin."

Ebudî 5 rojên hefteyê ji saet 8ê êvarê heta şev dereng li cem heywanan dimîne, di dawiya hefteyê jî wextê xwe ji bo kûçik û pişîkên hewcedariya wan bi şewqetê hene xerc dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın