Tirkiye

Jinên Qersî alîkariyê didin hev û beniyê hingiv çêdikin

Kağızman Ali Çelik  | 24.10.2021 - Rojanekırın : 26.10.2021
Jinên Qersî alîkariyê didin hev û beniyê hingiv çêdikin

Kars

Li Qaxizmana navçeya Qersê jin alîkariyê didin hev û beniyê hingiv û gûzan çêdikin.

Jinên ku bi rêbazên edetî berheman çêdikin, berî çêkirina beniyan, pêşiyê hingivê kulîlkan, dims û ar wekî krema amade dikin.

Kakilên gûzan ên di bend ra derbaskirî, di stîla kremaya amadekirî da dikin.

Beniyên hingiv û gûzan dû ra ji stîlan derdixin û li ber tavê radixin. Pey ra jî beniyan jê dikin û ji bo sifreyên zivistanê tên amadekirin.

Yildiz Bingola ku alîkarî da jinan, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew darên gûzan ên ji baxçeyê xwe dadiweşînin, berhev dikin û her wiha dû ra jî kakilê gûzan derdixin û qederekê li ber tavê ji bo beniyan hişk dikin.

Bingolê bal kişand ser girîngiya emilandina hingiv a di çêkirina beniyan da û wiha got, "Heger mirov hevîrê beniyan ji şekir çêke, pir hişt û ziha tê. Lê heger meriv bi hingiv çêke, nerm tê û bêtir tê xwedîkirin jî. Ekla wê jî xweştir e."

Bingolê diyar kir, piştî ku ew ar pê wer dikin, benî êdî amade dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın