Tirkiye

Jimara kesên di qezaya metrobusê ya li Beylikduzuyê da birîndar bûn derket 40î

- Waliyê Stenbolê Davut Gulê ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin: "Mixabin ku bi tevahî 40 hemşehriyên me yên birîndar hene. Ji birîndarên me kesekî wefat kir. Tedawiya 2 birîndarên xedar jî yên birîndarên din jî dewam dike"

Zeynep Rakipoğlu, Gökçe Karaköse, Mehmet Ali Derdiyok  | 10.05.2025 - Rojanekırın : 11.05.2025
Jimara kesên di qezaya metrobusê ya li Beylikduzuyê da birîndar bûn derket 40î

Istanbul

Waliyê Stenbolê Davut Gul der barê qezaya metrobusê ya li Beylikduzuyê got ku "Mixabin ku bi tevahî 40 hemşehriyên me yên birîndar hene. Ji birîndarên me kesekî wefat kir. Tedawiya 2 birîndarên xedar jî yên birîndarên din jî dewam dike. Hin ji wan piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê tên derxistin."

Gul der barê qezaya metrobusê ya ku li Rawestgeha Sanayiyê ya Haramîdereyê di îstiqameta Beylikduzuyê ji ber ku metrobusekî hat li metrobusa din a rêwî lê siwar dibûn xist, çêbû hat cihê bûye û lêkolîn kirin.

Gul da zanîn piştî ku qezayê bihîstin bi Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê Selamî Yildiz ra li nexweşxaneyan birîndar ziyaret kirin û got ku "Mixabin ku bi tevahî 40 hemşehriyên me yên birîndar hene. Ji birîndarên me kesekî wefat kir. Tedawiya 2 birîndarên xedar jî yên birîndarên din jî dewam dike. Hin ji wan piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê tên derxistin. ji ber ku mirin û birîndarbûn heye di bûyerên wiha da pêvajoya edlî otomotîk dest pê dike. Bi heman awayî pêvajoyên îdarî yên saziya jî di nav xwe da dest pê dike û pêvajoyên îdarî yên din jî jixwe va dest pê dikin."

Gul got ku "derbasî be" û axaftina xwe wiha domand: "Piştî lêkolîna teknikî dê sedema qezayê diyar bibe. Wekî hûn jî em jî dibînin ji metrobusan yek rêwî peya dibin yê din nikare raweste û ji piştê va lê dixe. Di encama lêxistinê da rêwiyekî me yê ku ji metrobusê peya dibe dipeke. Sedema nerawestana wê çi ye, dê di encama lêkolîn û lêpirsînên îdarî û edlî da derkeve holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın